05 Mijdar 2016•Rojanekirin: 05 Mijdar 2016
ADANA
Li Edeneyê 9 kesên ku Huseyîn Beyazê Serokê Bajêr ê HDPyê jî di nav da ye, bi îdiaya endamtî û propagandaya PKKya rêxistina terorê hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Edeneyê li dijî endamên rêvebiriya bajêr a HDPyê û nûnerên taxê derketin operasyonê.
Hat diyarkirin ku di operasyonê da 9 kesên ku Huseyîn Beyazê Serokê Bajêr ê HDPyê jî di nav da ye, bi îdiaya endamtî û propagandaya PKKya rêxistina terorê hatin binçavkirin.
Hat destnîşankirin gumanbar piştî ku li Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê ji kontrola tenduristiyê hatin derbaskirin birin Midûriyeta Ewlehiyê.