05 Mijdar 2016•Rojanekirin: 06 Mijdar 2016
ANKARA
Wezîrê YEyê û Sermizakerevan Omer Çelîk hesasiyetên Tirkiyeyê yên der heqê binçavkirin û girtina hin parlementerên HDPê de ragihand Federîca Mogherîniya Nûne Bilind a Polîtîkaya Ewlehiyê ya Karên Derve ya YEyê.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezareta YEyê hat dayîn Wezîr Çelîk bi Mogherîniyê re li ser telefonê axivî.
Wezîr Çelîk hesasiyetên Tirkiyeyê yên der heqê geşedanên dawîn ên der barê binçavkirin û girtina hin parlementerên HDPê de ragihand mixatabên xwe.
Çelîk destnîşan kir ku rêzgirtina hilbijartiyên ku bi vîna gel hatine hilbijartin bingeha nêrînên demokratîk e lê belê mafê wan kesên ku piştgirî didin teror, şîdet û çalakiyên çekdar tune ku xwe bispêrên mertala hilbijartîbûnê, nenaskirina pergala darazê û mafê kirina her cure bêhiqûyê tune. Çelîk destnîşan kir ku di qadên dewleta hiqûqê, demokrasî û mafên mirovan de divê Tirkiye û YE di nav piştevanî û hevkariyeke xurttir de bin. Çelîk da zanîn dixwazin ku di van qadan de her dem bi YEyê re di nav diyalogeke hêzdar û erênî de bin.
Çelîk bal kişand ku dozgeriyê 3 caran bangî parlementerên HDPê yên navborî kiriye ku biçin îfadeyê bidin lê wan guh nedane vî bangî û bi bîr xist ku hemû parlementer û serokên din ên ku destlênedayîna wan hatin rakirin îfade dan. Çelîk da zanîn ku partiya siyasî ya navborî dixwaze ku vê mijarê li ser navê PKKya rêxistina terorê bike propagandaya siyasî û daxuyaniyên ku ji aliyê YEyê ve tê dayîn jî bi vê armancê bi kar tînin.
Çelîk got ku YE di bûyerên cur bi cur de şûna ku bi agahiyên kêm bi yekalî bangî meqamên Komara Tirkiyeyê bike divê daxuyaniyên bi hevseng bide û qal kir girîng e ku meqamên YEyê her wiha peyamên hêzdar bide hin parlementeran ku hember daraza tirkan rêz bigirin, PKKê wek rêxistina terorê îlan bikin û şermezar bikin. Çelîk diyar kir ku mixabin tu carî ev yek nedîtin û li bendê ne ku YE nebe aletê propagandaya PKKya rêxistina terorê.
Çelîk destnîşan kir ki berteka hin aliyên ku piştî geşedanên dawîn dengê wan gelekî bilind derdikeve piştî teşebûsa derbeyê ya 15ê temûzê gelekî qels ma û got ku ev yek di mijara nêrîna aliyên navborî yên der barê Tirkiyeyê de di nav raya giştî ya Tirkiyeyê de dibe sedema pirsan.
Wezîr Çelîk diyar kur ku dê di mijara geşedanan de bi YEyê re di nav têkiliyê de bin, ji bo ku YE geşedanên li Tirkiyeyê baş fehm bike û bertekên hevseng nîşan bide dê rêyên diyalogê vekirî bin.