Ferizat Kaya
12 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2017
EDENE
Li navenda bajêr dijî firoşkerên hişbirê bi navê "Polêsê Şehîd Firat Ulaş" operasyon hat lidarxistin û 13 kes hatin qefaltin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Sûcên Narkotîk a Midûriyeta Ewlehiyê ya bajêr, bi telîmata Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, navend navçeyên Seyhan û Yuregîrê operasyon li dar xistin. Operasyon danê sibehê li ser 12 navnîşanên firoşkerên hişbirê hat lidarxisitin.
Di operasyonê da 13 kes hatin binçavkirin û hinek hişbir hat qefaltin. Gumanbar piştî kontrola tenduristiyê sewqî ewlehiyê kirin.