03 Îlon 2016•Rojanekirin: 03 Îlon 2016
MARDÎN
Gundparêzê berwext ê ku di êrîşa ku terorîstên PKKyî li Dargêçita navçeya Mêrdînê birin ser cihê kontrolê de birîndar bibû, li nexweşxaneyê şehîd ket.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin gundparêzê berwext ê ku di encama êrîşa terorîstan a bi roketavêj û çekên lûledirêj ser cihê kontrolê ya li rêbeja Dargeçit-Midyatê de birîndar bibû li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin şehîd ket.
Li Dargêçita navçeya Mêrdînê di encama êrîşa terorîstên PKKyî ya bi roketavêj û çekên lûledirêj a ser cihê kontrolê ya li rêbeja Dargeçit-Mîdyatê de eskerek şehîd ketibû, gundparêzek û eskerekî ku li nexweşxaneyê dihatin dermankirin jî şehîd ketin.
Li herêmê operasyona dijî terorîstan berdewam dike.