31 Adar 2016•Rojanekirin: 01 Nîsan 2016
BATMAN
Li Cizîra navçeya Şirnexê teqîn çêbû, di encama teqînê de 2 zarok mirin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li Kolana Yarmayê ya li Taxa Cudiyê di teqîna ku sedema wê hêj nediyar de ye Harun Çagli (4) û Ayşenûr Geçît (6) bi xedarî birîndar bûn.
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê midaxaleya ewil a birîndaran hat rakirin û Harun Çagli sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Îdîlê kirin û Harun Çagli di rê de mir. Ayşenûr Geçît jî sewqî nexweşxaneyeke taybet a li Batmanê kirin û Geçît digel midaxaleyên ku hatin kirin mir.
Mûhîttîn Geçîtê bavê Ayşenûr daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku "Zarok dema ku li ber derê malê dilîzîn di nav qaseyekî vala de madeya teqemenî dîtine. Dema ku pê dilîzîn di destê wan de diteqe. Yek keça min e ê din jî kurê cîranê min. Her du jî mirin."
Cenazeyên zarokan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Batmanê û piştî ku otopsiya wan bê kirin dê cenazeyên zarokan teslîmê malbatên wan bikin.
Jêpirsîna der heqê bûyerê de berdewam dike.