Fatih Gazioğlu
25 Nîsan 2018•Rojanekirin: 25 Nîsan 2018
BÎNGOL
Deşta Bîngolê bi laleyên sor ên bêhempa xemilî.
Laleyên sor her sal li mewkiya gundê Gozelera ku ji navendê 24 kîlometre dûr e vedibin. Gelek kes bona dîtina laleyan tên vê derê û wêneyan dikşînin.
Ji gundiyan Hizir Alî Beyazyildirimê mêşvan ji nûçegihanê AAyê re got laleyên herêmê, her sal di meha nîsanê de bi xwe vedikin.
Beyazyildirim got ku bona dîtina laleyan gelek kes tên ve derê û wiha axivî:
"Laleyên me serê meha nîsanê vedikin û heta serê meha gulanê jî hûn dikarin bibînin. Eger baran jî bibare hingê lale zûtir mezin dibin. Kesên dixwazin dikarin li vê derê seyranê bikin. Em dixwazin ev lale li hemûyê Tirkiyeyê were nasandin."
Ji welatiyan Hatîce Başoguzê jî got ku ew bona dîtina laleyan bi komeke zarokan hatiye vê derê û wan herêm gelek ecibandiye. Başoguzê wiha axivî:
"Gava ez ku hatim vê derê heçko ez di dema laleyan de dijîm, min xwe wisa hîskir. Lale esli yên bajarê me ne. Li Stenbolê laleyan ew diçînin, lê li vê derê bi xwe vedikin. Bila hemû kes werin vê derê û van xweşikiyan bibînin."