Ferizat Kaya
27 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2019
ANTALYA
Serokomar Erdogan: "Li Antalyayê qasî 100 milyon lire zirara maddî tê texmînkirin. Çi hewce bike bê şik emê bikin."
"Bi hezkirina gelê xwe em li hemberî mirinê jî meşiyan û me paşve gav neavêt. Ji hêzên vesayetê bigre heta rêxistinên terorê û darbekaran yên êrîşî heq, hiqûq, dahatû û serxwebûna vî gelî kirin, kî hebe em li hemberî wan sekinîn."
"Di nav 5-6 salên dawîn da me li hemberî kesên dixwazin qeydan lingên gelê me bixin û ji bo vê lîstikan dilîzin têkoşînek da ku bi rastî ev têkoşîneke girîng a dîrokî ye. Îro jî em li hindurê sînor û derva di heman têkoşînê didin. Ez bi xemgînî dibêjim astengiya herî mezin a li hemberî vê têkoşîna welatê me hişmendiya muxalefetê ya kêm û şaşopaşo ye."
"CHPya ku ji dewra partiya tekane vir va li hemberî her gava demokrasî û pêşketinê derdikeve êdî wisa ye ku bi cudaxazan va tevdigere."