Türkan Tosun
27 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2019
EZEZ
Artêşa Tirkiyeyê (TSK) li bakurê Sûriyeyê hedefên YPG/PKKya rêxistina terorê yên li ser xetên eniya Ezez û Mareyê ne xist.
Li gor agahiyan di navbera YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku başûrê Ezezê û başûr û rojavayê Mareyê dagir kiriye û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) da duh şev pevçûn derket.
Di pevçûnê da ji hezên ASAyê kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.
Piştî pevçûnê Artêşa Tirkiyeyê ya ku li herêma Operasyona Mertalê Feratê bi cih bûye ji 20î zêdetir obusan va erîşî hedefên YPG/PKKya rêxistina terorê kir.
Hat ragihandin di van êrîşan da gelek terorîst hatin berterefkirin.
Artêşa Tirkiyeyê di 23yê Çileya Paşîn da bi 5 obusan va, di 24ê Çileya Paşîn da bi 12 obusan va, di 25ê Çileya Paşîn da jî ji 20î zêdetir obusan va li Tel Rifatê êrîşî rêxistinê kiribû.
Li hemberî Kilîsê li ser axên Sûriyeyê di navbera YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku li Ezez û Mareyê ye û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) da pevçûn çêdibin.