Önder Beyter
27 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2019
ANTALYA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der heqê êrîşa dijî baregehê ya li Bakurê Iraqê da wiha got, "Li Iraqê bi avabûna hikûmeta nû ra û herwiha Rêveberiya Herêmî ya Bakurê Iraqê jî di navê da, hin gav hene ku dê li dijî PKKyê bên avêtin. Ji van aciz dibin. Dest bi tûjkirina xelkê herêmê kirin. Em pê beled in ku di paş vê da PKK heye."
Çavuşoglu li Antalyayê li otêlekê daxuyanî da rojnamegeran û der heqê êrîşa dijî baregeha li Bakurê Iraqê da got ku Hêzên Asîmanî bi îstixbaratê ra hevkariyê dike û operasyonên serkeftî pêk tîne.
Çavuşoglu bal kişand ku êdî ji vê yekê aciz dibin û wiha dewam kir:
"Êdî çeper qenc li wan hatiye hev. Li Iraqê bi avabûna hikûmeta nû ra û herwiha Rêveberiya Herêmî ya Bakurê Iraqê jî di navê da, hin gav hene ku dê li dijî PKKyê bên avêtin. Ji van aciz dibin. Dest bi tûjkirina xelkê herêmê kirin. Em pê beled in ku di paş vê da PKK heye. Di peywendiya me ya duh a li ser têlefonê ya digel Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî da jî ji me ra gotin ku wan tedbîrên pêwîst wergirtine. Me ji wan ra got ku divê careke din prîmê nedin provokasyonên bi vî rengî. Gotin ew ê lêpirsîneke berfireh bidin destpêkirin bê ka li paş navtêdanê kê hene. Wezîrên xwe yên eleqedar şandin konsolosxaneya me. Ji aliyekî va eskerên me û îstixbarata me û ji aliyê din va jî em ji nêz va pêvajoyê dişopînin."
- "Divê herkes jî ji bo îradeya gel a di sandoqê da rêza xwe nîşan bide"
Çavuşoglu bal kişand ku welatên xwe wekî dergûşa demokrasiyê dibînin û dersa demokrasiyê didin, gava ku ne di berjewendiya wan da be, hilbijartinên demokratîk tune dihesibînin û wiha dewam kir:
"Belê li Venezuelayê problemek heye. Lêbelê divê ev problem bi rêya diyalogê û bi awayekî aştiyane bê çareserkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên aboriyê divê em alîkariyê bidin welat û herwiha divê herkes jî ji bo îradeya gel a di sandoqê da rêza xwe nîşan bide. Tişta ku em dibêjin ev e."