Önder Beyter
27 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2019
ANKARA
Ciyên partiyên siyasî yên li ser pusûleyên ku dê di Hilbihartinên Rêveberiyên Mehelî yên di 31ê adarê da bên emilandin, bi qureyê hatin diyarkirin. Di pusûleyên ku dê di hilbihartinên mehelî da bên emilandin da AK Partî dê di rêza 8, CHP 7, MHP 10, ÎYÎ Partî 11 û HDP jî dê di rêza 12emîn da be.
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) Sadî Guven di axaftina xwe ya berî qureyê da der heqê Hilbijartinên Rêveberiyên Mehelî yên 31ê adarê da zanyarî dan.
Guven diyar kir ku pêvajoya biryardayîna der heqê îtirazên li ser guhertinên di lîsteyên herêmên sandoqan da hê jî dewam dike û wiha axivî:
"Ji îro pê va hejmara dengdêrên nava welêt 57 milyon û 78 hezar û 461, hejmara texmînî ya sandoqan jî 194 hezar û 715 e. Di navbera 4-17ê rêbendanê da hejmara dengdêrên ku ji ber îtirazê hatin cemidandin 88 hezar û 916 e. Hejmara dengdêrên ku di navbera 4-17ê rêbendanê da navnîşana xwe guherandin jî 730 hezar û 87 e."
Guven bal kişand ku hilbijartin bi destê partiyên siyasî bi awayekî zelal tên kirin û herwiha got ku lijneya sandoqê ku ji 7 kesan pêk tê, jê 5 endam jî nûnerên partiyên siyasî ne.
- Di rêza yekemîn da Partiya Seadetê heye
Piştî axaftinê ji bo diyarkirina ciyên partiyên siyasî yên li ser pusûleyên ku dê di Hilbihartinên Rêveberiyên Mehelî yên di 31ê adarê da qure hat kişandin.
Di kişandina qureyê da di fanusekê da navê partiyên siyasî, di fanusa din da jî bi qasî partiyên siyasî reqeman cih girtin.
Nûnerên partiyên ku navên wan hatin xwendin, ji fanusa reqeman rêza xwe kişandin.
Li gorî vê, li ser pusûleyên yekbûyî ji milê çepê ber bi yê rastê di rêza 1emîn da Partiya Seadetê, di rêza 2yemîn da Partiya Serbixwe ya Tirkiyeyê, di rêza 3yemîn da Partiya Komunîst a Tirkiyeyê, di rêza 4emîn da Partiya Vatanê, di rêza 5emîn da Partiya Yekîtiya Mezin, di rêza 6emîn da HUDAPARê, di rêza 7emîn da CHPyê, di rêza 8emîn da AK Partiyê, di rêza 9emîn da Partiya Demokrat, di rêza 10emîn da MHPyê, di rêza 11emîn da ÎYÎ Partiyê, di rêza 12emîn da HDPyê û di rêza 13emîn da jî Partiya Demokratîk a Çep dê cih bigirin.