01 Gulan 2017•Rojanekirin: 01 Gulan 2017
HATAY
Li çiyayê Amanosa Dortyola navçeya Hatayê di navbera hêzên ewlehiyê û endamên rêxistina terorî PKKyê da şer derket. Di şer de serbazek û gunparêzek birîndar bûn.
Li gorî agahiyan li çoltera zozana Pekmezciya taxa Karakeseya Çiyayê Amanosê di navbera hêzên ewlehiyê û endamên rêxistina terorî PKKyê şer derket. Di şerê ku li nav daristanê derket de serbazek û gundparêzek birîndar bûn.
Birîndar piştî ku makîneyên kar rê vekir, bi wesayita leşkerî birin ber ambûlansê. Hat ragihandin ku serbaz sewqî nexweşxaneya Dewletê ya Dortyol, gundparêz jî sewqî nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê hatin kirin. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.
Li herêmê operasyon berdewam dike.