01 Gulan 2017•Rojanekirin: 02 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Di 1ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê da ji ber destûr nehat dayîn ku li Meydana Teqsîmê milet bicive û bimeşe, li der û dora meydanê tevdîra ewlehiyê tê hildan.
Di çarçoveya tevdîra ku emniyeta Stenbolê hilda da der dora Meydana Teqsîmê, Telîmxane, Tarlabaşi, Kavşaka Dîwanê, dora Parka Geziyê, aliyê Navenda Çandê ya Ataturk, pêşiya The Marmarayê, Siraselvîler û heta Kolana Îstiklalê her der bi barîyerên demir va hat girtin.
Tûrîstên ku dixwazin li Meydana Teqsîmê û Kolana Îstklalê bigerin di kontrola polêsan ra derbas dibin û wisa digerin.
Li ser hemû rêyên ku derdikevin Teqsîmê polês sekinîne.
Ji ber tevdîra ewlehiyê Bûlwara Tarlabaşiyê, Kolana Meteyê, Kolana Gumuşsuyuyê, Kolana Siraselvîlerê, Kolana Halaskargaziyê, Kolana Cumhuriyetê, tunêla Ferîkoy û Dolmabahçeyê ji bo çûyîn û hatina trafîkê girtî ne.