Elif Orhan
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 02 Gulan 2018
PARÎS
Di meşa 1ê Gulanê ya ku li Parîsa paytxtê Fransayê hat kirin de komeke bi rûpoş ket nav qerebalixê û êrîşê maxezeyan kir û di encama vê yekê de bûyerên şîdetê derketin, polêsan bi a.va bitazyîq, xaza rondikrêj kesên ku teşebûsa talankirinê kirin belav kir.
Di çarçoveya çalakiyên 1ê Gulanê ya ku sendîqa û saziyên civakî yên sivîl li paytext Parîsê li dar xistin de bi hezaran kes li Qada Bastîlleyê civiyan û ber bi Qada Îtalyayê ve meşiyan.
Di serê guzergaha meşê ya ku nêzî 2 kîlometro û nîv dirêj e de komek ji kontrolê derket û bi kevir û molotofan êrîşê restoran û maxezeyên li hawirdor dikirin. Xwepêşandêrên rûpoşkirî bi molotofan êrîşê dikanekî kirin û teşebûsa talankirina dikanê kiirn û agir bi firoşkarekî otomobîlan û qurseke ajotvaniyê xistin.
Li ser bûyerên ku derketin peywirdarên ewlhiyên yên ku li Qada Îtalyayê ya ku dê meş wir biqediya sewqî cihê bûyerê kirin û nûnerên sendîqayan biryar dan ku melê bidin rawestandin. Organîzator demek kurt li bendê man ku bûyer rawestin û eşkere kirin biryar dan ku paş de vegerin û li Gara Lyonê dawî li meşê bînin.
- 200 kes hatin binçavkirin
Midûriya Ewlehiyê ya Parîsê îlan kir ku ji bo meşê di çarçoveya korteja komîteya organîzasyonê de 20 hezar ji derveyî kortejê jî 14 hezar û 500 kes beşdarî meşê bûn, hezar û 200 holîganên rûpoşkitî hatin berterefkirin û 200 kes hatin binçavkirin.
Wezîrê Karên Derve Gerard Collomb diyar kir ku bûyerên şîdetê şermezar dike û got ku "Ji bo ku ev kesên ku nîzama kamûyê xira dikin bên girtin û dawî li bûyeêrn şîdetê bê anîn pêngavên hewcedar hatin avêtin."
Serokê Fransaya Serî Natewîne (LFI) ya çepgirên radîkal Jean-Luc Mélenchon di peyama ku ji ser çapemeniya civakî weşand de destnîşan kri ku şîdeta di xwepêşandanên di 1ê Gulanê de nayê qebûlkirin û şîroveya êrîş "bêguman karê komên rastgir ên radîkal e" kir.
Seroka Partiya Eniya Neteweyî (FN) ya ku rastgirên radîkalin jî îdia kir ku êrîşkar komên çepgir ên radîkal in û daxuyaniya "Ev milîsên çepgir ên radîkal divê demek dirêj beriya niha bihatana belavkirin."
Li welêt di xwepêşandan û meşên ku li gelek bajêran hatin lidarxistin d ebûyer derketin. Li bajarê Rennesa kudikeve bakurê rojavayê welêt de polêsan midaxaleyî xwepêşandêran kir, polêsan ava bitazyîq û xaza rondikrêj bi kar anîn û bi copan li xwepêşandêrên ku belav nebûn xist.