İbrahim Atmaca
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 02 Gulan 2018
SEUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi heyetî Serokê Dewleta Koreya Başûr Moon Jae-in ra hevdîtin kir û pişt ra beşdarî merasima îmzeyê ya peymanên navbera herdu welatan bû.
Herdu rêber li paytext Seulê di Qesra Serokomariyê da piştî hevdîtina yek û yek, hevdîtina heyetî kirin û paşê beşdarî merasima peymanê ya navbera Tirkiye û Koreya Başûr bû.
Di navbera herdu welatan da "Zepta Mitabaqatê ya ji bo Tevkariya Qada Hîndekariya Bilind", "Zepta Mitabaqatê ya ji bo Tevkariya Fealiyetên Lêkolîn û Xurtkirinê ya Qadên Teknolojiyên Agahî û Ragihandin û Peyk û Fezayê", "Zepta Mitabaqatê ya ji bo Tevkariya Sanayiyê ya Navbera Wezareta Sanayî û Vejenê" û "Zepta Mitabaqatê ya ji bo Tevkariya Qadên Tenduristî û Zanyariyên Tibê" hatin îmzekirin.