Haydar Şahin
01 Gulan 2018•Rojanekirin: 02 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Beşdarvanên di pêşîkêşiya DÎSK, KESK, Yekîtiya Tabîbên Tirk (TBB) û Yekîtiya Odeya Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) da hatin ba hev ji bo pîrozkirina 1ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê dimeşin Qada Çalakiyan a Peravê Maltepeyê.
Welatî û komên endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û sendîkayan ji bo mitîngê li Kartal-Cevizliyê ya li Kolana Peravê ya Turgut Ozal, Kolana Feyzullah, Îdealtepeya li Kolana Peravê ya Turgut Ozal kom bûn. Herêmên kombûnê ji berê va bi destê Komîteya Tertîbê ya 1ê Gulanê hatibûn eşkerekirin.
Beşdarvan ji van hersê ciyan bi tevdîrên ewlehiyê ber bi Qada Çalakiyan a Peravê Maltepeyê ya ku lê mitîng were lidarxistin dimeşin.
Di destê beşdarvanan da alayên partiyan, pankart hene bi diruşmeyên wekî "Bijî 1ê Gulanê" dimeşin. Hin çalakvan jî bi zarokên xwe ra meşê didomînin.
Piştî ku hemû kom derbasî qada mitîngê bibin bernameya pîrozkirinê ew ê di saet 13.00an da dest pê bike.