Fatma Sevinç Çetin
01 Gulan 2023•Rojanekirin: 01 Gulan 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo "1ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê" peyamek weşand.
Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi bîr anî ku bavê wî yekî kedkar bû, bi kaptaniyê debara xwe dikir ku ew ewladê wî bavî ye.
Serokomar Erdogan anî ziman ku di ciwaniya xwe da ew di ÎETTyê da wek karker dixebitî û wiha dewam kir: "Ez kêfa ked, xwêdan û parvekirina nanekî germ ya bi hevalan va baş dizanim. Di vê têkoşîna xizmetê ya ji bo welatê me em bi rêya siyasetê dikin da tu carê me koka xwe û em ji ku hatine ji bîr nekir. Em her tim xebitîn ku heqê we bidin. Me 1ê Gulanê ya ku bi salane hat îstismarkirin ji bo we wek betlane îlan kir, me di rastiyê da ew kir cejna karkeran."
Erdogan daxuyan ku di mijara heqên sendîkayê, mehane, ewlehî û tenduristiya karkeran da gavên gelek girîng hatin avêtin û wiha got: "Di 2002yan da mehaneya kêmtirîn 184 lîra bû, yanê baranberî 126 dolaran bû ku îro 8 hezar û 500 lire ye, yanê me derxist 437 dolaran. Me baca mehaneya kesên ku mehaneya kêmtirîn hildidin û ya kesên ku dahata wan qasî mehaneya kêmtirîn e betal kir. Me çi kiribe bi hev ra kir, em bi hev ra bi ser ketin, me mil da hev û em ji zehmetiyan bi hev ra xelas bûn. Înşallah em ê dîsa bi we ra Sedsala Tirkiyeyê ava bikin. Ez di 14ê Gulanê da benda piştgiriya xwişk û birayên xwe yên karker in. Ez ji dil û can roja we ya ked û piştevaniyê pîroz dikim."