Nihat Kavşut
27 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2018
ANKARA
Kalinê Berdevkê Serokomariyê û McMasterê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê duh bi şev bi têlefonê axivîn.
Di xeberdana li ser têlefonê ya berdevkê Serokomariyê Kalin û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê McMaster da mijara ku wê çekan nedin PYD/YPGyê hat pesendkirin.
Berdevkê Serokomariyê Kalin bi Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî yê Amerîkayê McMaster ra li ser têlefonê axivî û diyar kir ku divê mecbûrî guh bidin fikarên asayîşê yên meşrû yên Tirkiyeyê, ji bo ku pêşî li ber fêmkirinên şaş were girtin herdu alî mutabiq man ku di nav kordînasyonê da hereket bikin.