11 Nîsan 2016•Rojanekirin: 11 Nîsan 2016
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin li Kulliyeya Serokomariyê der barê rojevê de axivî û pirsên rojnamevanan bersivand.
Kalin got ku operasyonên ku li Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê tên kirin nayên qebûlkirin û wiha axivî: "Hûn li aliyekî ji bo ku pevçûn bên sekinandin bi piştgiriya civaka navneteweyî li hev dikin, li aliyê din jî li Helebê, li Îdlibê û li cihên din bi hinceta 'em li hember DAEŞê tekoşînê didin' operasyonan didomînin. Helbet ev tevger nayê qebûlkirin. Em bi fikar in ku ji Helebê koçberiyeke nû çêbibe."
- "Li her derê dinyayê ev heqaret e û sûc e"
Kalin der barê bernameya mîzahê ya ku ji hêla Jan Bohmermann ve hatiye amadekirin û di televîzyoneke Almanyayê de hat weşandin de wiha axivî: "Ji ber ku bername heqaretê li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dike Dozgeriya Maînzê jêpirsîn da destpêkirin. Ji vir pê ve ev karê meqamên Almanyayê ye û wê li gor sîstema hiqûqê ya alman dewam bike. Lê em dixwazin destnîşan bikin ku gotinên ku heqaretê li serokomarekî welatekî dikin û miletekî hedef digrin ne azadiya axaftin û çapemeniyê ye. Li her derê dinyayê ev heqaret e û sûc e. Meqamên alman der barê vê de pêvajoyê dişopînin û em ê jî ji nêz ve bişopînin."
Kalin got ku nêrina Tirkiyeyê ya der barê rêxistinên wek YPG û PYDyê li qadê û di hevdîtinên Cenewreyê yanî ji hêla siyasî eşkere ye û wiha dewam kir:
"PYD û YPG hê jî bi rejimê re hevkariyê dike. PKK hê bi rêxistinên terorê re hevkariyê dike û vê venaşêre. Ji ber vê gotinên me yên ku der barê vê mijarê de jî car din eşkere hat dîtin. Gelek mutefîqên me jî êdî dest pê kirin li cihên cuda dibêjin ku PKK û PYD yek in û di navbera wan de tu ferq tune."