ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin li Qesra Serokomariyê civîna çapemeniyê çêkir û der heqê rojevê da axivî.
Kalin destnîşan kir ku mîmarê Pêvajoya Çareseriyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan e û wiha got: "Pêvajoya Çareseriyê bi Serokomar Erdogan dest pê kir. Di kariyera xwe ya siyasî da rîskeke mezin hilda û pêvajoyê da destpêkirin. Şikir ji Xwedê ra ku mesele hatiye asta çekdanînê."
Kalin diyar kir ku di demên dawîn da wisa nîşan didin ku Serokomar Erdogan li dijî Pêvajoya Çareseriyê ye û wiha axivî:
"Ez dixwazim li vir dîsa destnîşan bikim hewldanên kesên ku dixwazin di van rojên dawîn da Birêz Serokomarê me wekî ku li dijî pêvajoya çareseriyê ye nîşan bidin, hewldanên beredayî ne. Di vê merheleyê da êdî mijara herî girîng rawestana çekan e, ango bi temamî çekdanîna rêxistinê ye."
Berdevkê Serokomariyê Kalin di axaftina xwe da wiha got: "Birêz Serokomarê me digel hemû zehmetiyan dîsa wek aktorekî ku ji serî heta niha vê pêvajoyê bi rê va dibe, îro jî wek Serokomar û serokê dewletê piştgirê pêvajoya çareseriyê ye û wê piştgiriya wî ya ji bo pêvajoya çareseriyê berdewam bike."