12 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2017
ANKARA
Berdevk û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Îbrahîm Kalin bertek nîşanî daxuyaniya Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTOM) ya li ser hesabê Twitterê da.
Kalin der heqê mijarê da li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir û wiha got, "Ev henekek e yan CENTOMê hişê xwe xwariye, gelo hûn difikirin ku kesek bi vê bawer be? DYA divê dev ji hewldana xwe ya meşrûkirina grûba terorîst berde."
CENTOMê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek parve kiribû ku tê da îdia dikir, HSDa ku piraniya wê ji PYD/PKKyê pêk tê "tu peywendiyeke xwe bi PKKê ra tuneye" û bi vê daxuyaniya xwe va CENTOMê berdevkiya PYDê kiribû.
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya DYAyê Mark Toner di civîna xwe ya çapemeniyê da gotibû ku di hewldanên çareseriya polîtîk a krîza Sûriyeyê da divê rêxistina terorê PYD jî bibe perçeyeke çareseriyê.