Elif Orhan
05 Sibat 2016•Rojanekirin: 06 Sibat 2016
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin diyar kir Rûsya şûna ku der barê Tirkiyeyê de îdiayên bêbingeh û komîk biavêje holê divê hesaba sivîlên ku li Sûriyeyê kuşt bide.
Kalin daxuyaniyek da û got tiştên piştî ku di 24ê sermaweza 2015an de balafira şer a ûris a ku sehaya asîmanî ya Tirkiyeyê îxlal kir di çarçoveya prensîbên angajmanê de hat daxistin, qewimîn Federasyona Rûsyayê şûna ku pirsgirêkê bi rêyên dîplomatîk çareser bike stratejiya geşkirina rageşiyê kir. Kalin destnîşan kir ku digel vê yekê Tirkiye ji bo ku pirsgirêk bi rêya mizakere û diyalogê bê çareserkirin hewl da.
Kalin diyar kir ku bersiva aliyê ûris "derew, propaganda û îthamên bêbingeh in" û da zanîn ku ev helwest ne li gor cidiyeta dewletan e.
Îbrahîm Kalin axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Herî dawî piştî îxlala sehaya asîmanî ya nû ya ku di 29ê kanûna paşîn a 2016an de Birêz Serokomarê me xwest ku bi Birêz Pûtînê Serokdewletê Federasyona Rûsyayê re li ser telefonê biaxive lê aliyê ûris dîsa bersiveke erênî nîşan neda. Aliyê ûris yê ku berê niha got ku 'Tirkiye beriya ku bi me re bikeve têkiliyê hema bi NATO û mitefikên NATOyê re dikeve têkiliyê, çima bi me re nakeve têkiliyê' bersiveke erênî nade Birêz Serokomarê me û ev yek jî dibe sedema melhezeyan. Ev yek bivê nevê pirsa 'Gelo Birêz Pûtîn çima bi Serokomarê me re li ser telefonê naaxive' tîne hişê mirov. Hem wekî 'telefonî me nekirine' bertek nîşan didin hem jî dema telefon dikin lê nanêrin û şîroveya vê yekê zehmet e. Em di vê mijarê de niyeda xwe ya pak û helwesta xwe ya erênî diparêzin."
- "Eşkere ye ku hedefa êrîşên Rûsyayê DAÎŞ nîne"
Kalin bi bîr xist ku ji aliyê din ve hevdîtinên Cenewreyê yên Neteweyên Yekbûyî (NY) bi pirsgirêkên mezin dest pê kir û ji duh ve taloqê 25ê sibatê kirin û wiha axivî:
"Sedema bingehîn a vê yekê ew e ku êrîşên rejimê yên ku bi piştgiriya bombebarana hewayê ya ûris a ku ji 30yê îlonê pê ve berdewam dikin. Ev çendî meh in ku bêyî ku tu ferq bê kirin êrîş berdewam dikin, di van êrîşan de bi sedan sûriyeyî, jin û zarokên mesûm mirin. Bi dehhezaran kes mecbûr man ku malên xwe biterikînin. Eşkere ye ku hedefa van êrîşên Rûsyayê DAÎŞ nîne. Ji sedî 90ê hedefê êrîşên ûris sivîl û mixalifên mutedîl in. Armanca Rûsyayê ne ew e ku bi DAÎŞê re tênakoşe, rejima Esed a ku meşrûiyeta wê nemaye û sûcên şer kirine li ser piyan bigire.
Ev êrîş dijî prensîbên bingehîn ên pêşnûmaya NY 254 a ku bingeha mizakereyên Cenevreyê pêk tîne ye û wek encam bûye sedem ku hevdîtin bixitimin. Rûsya şûna ku îdiayên bêbingeh û komîk biavêje sitûyê Tirkiyeyê divê hesaba sivîlên ku li Sûriyeyê kuşt bide."
Kalin diyar kir ku bi awayekî eşkere tê dîtin ku rejima Esed di mijara mizakereyan de cidî nîne û wiha axivî: "Armanca wê ew e ku tenê wext bi dest bixe. Heta niha guh nedaye daxwazên NYyê yên ji bo gihandina arîkariyên mirovahiyê û pêkanîna agirbestê, bereksê wê her dem mijûl kiriye û asteng kiriye."
"Maliyeta berdewamkirina şer li holê ye"
Kalin ragihand ku vê hefteyê dema ku mizakereyên Cenevreyê berdewam dikir li Helebê êrîş hatin kirin û di encama êrîşan de bi dehan kes mirin û bi hezaran kes jî ji bo ku xwe bispêrin Tirkiyeyê derketin rê. Kalin diyar kir ku ewên îdia dikin ku li Sûriyeyê dijî DAEŞê têkoşîn didin di rastiya xwe de her çi dibe bila bibe hewl didin ku rejima Esed li ser piyan bigirin.
Kalin da zanîn ku maliyeta berdewamkirina vê şerê li holê ye, ji aliyekî ve terorîzma DAEŞê û teroa dewletê ya rejima Esed li aliyê din jî qeyrana penaberan her ku diçe kûr dibe û mezin dibe.
Kalinê Berdevkê Serokomariyê ev nirxandin kirin:
"Wekî ku Birêz Serokomarê me jî got 'Dinyayê ku nokare êrîşên hêzên Esed ên ku ûris piştgirî didinê bide sekinandin, ji me dixwaze ku pêla penaberan bidin sekinanin.' Mirov dikare vê yekê bi kîjan mantiqê îzah bike? Bi hezaran mirov ji ber êrîşên ku Rûsya piştgirî didê ji malên xwe reviyan û xwe sipartin Tirkiyeyê, kî dê çawa vê pêlê bide sekinandin? Ma em ê bibêjine van mirovên mesûm 'Malên xwe neterikînin, ji mirinê nerevin'.
"Sedema hem terora DAÎŞê hem jî qeyrana penaberan şerê xwîndar a rejima Esed û kesên ku piştgirî didinê ne. Heke dinya bi rastî jî bixwaze ku van pirsgirêkan çareser bike, divê ev şerê qirêj û xwînî xilas bibe. Li Sûriyeyê ji bo saziyeke siyasî ya meşrû, demokratîk û pirole pêngavên hewcedar bê avêtin. Hewl didin ku rejima Esed ê ku ji mirina 400 hezar mirovî û penaberiya milyonan mirovî berpirsyar e, li ser piyan bigiri. Ev yek dê ne ji Sûriyeyê re ne jî herêmê re aşityê neyne."