Elif Orhan
06 Sibat 2016•Rojanekirin: 07 Sibat 2016
HEWLÊR
Hat ragihandin ku li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê di hêwana masajê de şewat derket. Di encama şewatê de 19 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî li cihê bûyerê daxuyaniyek da rojnamevanan û diyar kir ku li hêwana masajê ya ku li pişt Otêla Capîtol cî digire şewat derket û got ku "Li gor agahiyên ewil ên ku gihaştin me şewat ji kontaka cêyranê derketiye û di encama şewatê de 19 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn. Ji kesên ku mirin 14 kes biyanî ne û 3 ji wan jî welatiyên Iraqê ne."
Hadî got ku şewat bi saeta herêmî di saet 16.00an de derket û bi qasî 2 saetan berdewam kir, piştî xebatên tefandinê beriya şewatê girtin û da zanîn ku avahî hat tehliyekirin û li hûndir tu kes nema.