ÎSTANBÛL
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz der barê lêgerîna neftê ya li Çiyayê Qendîlê de got "Em wisa difikirin ku heke wir aramiyek çêbe em dê li neftê bigerin. Ji bo dawiya sala bê planeke me ya wiha heye."
Yildiz bi Dîrektorê Îcrayê yê Ajansa Vejenê ya Navneteweyî Fatîh Bîrol re civîna çapemeniyê li dar xist. Yildiz bi bîr xist ji ber ku hatina van rojan nêz didîtin, li herêmên Çoman û Xindirinê dema ku Tirkiye bi pêvajoya çareseriyê normalîze bû ji ber ku divê der barê vê yekê de amadehiya bingeha vejenê bikin 15-16 meh beriya niha peymanek çêkirin.
Yildiz da zanîn ku dê li wê herêmê neft û gaza sirûştî bigerin, wisa bawer dikin ku bi 11 sahayên din re ew der dê piştgiriyê bide Tirkiye û Iraqê. Yildiz wiha axivî: "Digel geşedaneke evqasî girîng hin hevalan pirseke manîpulatîf a wekî 'Gelo hûn ê nefta ku ji wir tê derxistin, bi PKKyê re parve bikin?' pirsîn. Me ji ber PKKyê heta niha gelek pirsgirêkên mezin dîtin. Em ji niha pê ve tu tiştên baş parve nakin. Tu tiştê me yê ku em bikarin bi PKKyê re parve bikin tunin. Em muxatabê Iraqê ne û vê yekê jî bi Iraqê re dikin."
Yildiz diyar kir ku bi bloka li qûntara Çiyayê Qendîlê 11 sahayên Tirkiyeyê hene û got "Wir a ku bi hevkariyan re çêbûye heye, tiştên ku wek mistaqil ji wan re mane hene."
Yildiz da zanîn ku ev seha sehayên wisa ne ku tenê bi peymanên ku bi Herêma Kurdistana Iraqê re kir çêbûn, piştî ku DAEŞ ji wir dûr ket dê van bi wan re bêtir derxînin pêş.
Yildiz destnîşan kir ku DAEŞ rêxistineke wisa ye ku berdewamiya wê tune û da zanîn ku ev pirsgirêk pirsgirêkeke wisa ye ku êdî pirsgirêkeke demkurt e.
Yildiz li ser pirsa "Gelo xebatên lêgerîna neftê ya li Qendîlê çiqas bi pêvajoya çareseriyê re eleqedar e?" got "Ev mijareke wisa ye ku ji nêz ve hev eleqedar dikin. Pêvajoya çareseriyê dest pê kir, hat vê astê û teqez dê bigihêje armancê. Digel hin pirsgirêkan, hin xeletfehmkirinan, Birêz Akdogan jî qal kir niha ji bo ku vê pêvajoyê biherimînin hin tiştan dikin, hin tiştan dibêjin. Em piştgiriyê didinê ku ev pêvajo bi awayekî baş bê mihefezekirin."
Yildiz destnîşan kir ku her kesî bi hev re dît ku dema îstiqrar xira dibe proje derengî dikevin û qal kir nekarîn bîrên ku dikaribûn jê nêzî 318 hezar warîlî dahatê bi dest bixin di heyama PKKyê de vekin.
Yildiz bal kişand ku ji bo Qendîlê jî heman tişt derbasdar e û got em wisa difikirin ku piştî wir sukûnet çêbû em dest bi xebatan bikin û ji bo dawiya sala bê jî planeke me ya wiha heye û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Bi pêvajoya normalîzebûnê em jî dê dest pê bikin. Ez nikarim ji bo rêjeyên ku em dixwazin ewqasî derxînin dîrokekê bidim. Lê ew der kengî normalîze bibe salekê li ser wê heyamê zêde bikin. Gelo ya îstiqrarê tehdît dike çi ye? Negihiştina encama pêvajoya çareseriyê. Ez bi xwe wisa bawer dikim ku dê pêvajoya çareseriyê bigihêje encamê. Dikarin vê rewşê bidin berdewamkirin. Tirkiye mecbûr e ku vî barî ji ser pişta xwe bavêje. Ji ber wê ez ji vê bawer dikim."
Yildiz der barê Iraqê de jî axivî û got niha bi 57 tankeran ve sewqiyata neftê ya 47 milyon warîlî heye, ji ku digirî bigire ev yek jî cîroyeke bi qasî 3 milyar dolarî ye.
Ji Yildiz hûrgiliyên xebatên li Herêma Kurdistana Iraqê pirsîn, Yildiz li ser vê yekê got Rûmelya di nav sînorê Herêma Kurdistana Iraqê de nîne, parçeyekî wê peymanê ye ku bi Bexdayê re kirin.
Yildiz da zanîn ku Tirkiye xwediyê 200 hezar warîl neftê nîne û wiha axivî:
"Ew peymanek e ku bi peymanên serwîsê re hat kirin. Peymanên serwîsê çi ne? Ji serê her warîla ku hûn derdixînin pereyekî distînin û Tirkiyeyê jî ev îhale qezenc kir. Ango hema em bibêjin dema we bi qasî warîlekê neft derxist, heke bihayê firotina wê 58 dolar be, 3-3,5 dolarê wê peymana serwîsê ye ku em distînin. Ev piştgiriya ji bo normalîzebûna Iraqê ye. Em gelekî girîngiyê didin vê yekê. Ji me dipirsin ka em çima girîngiyê didin normalîzebûna Iraqê. Rewşa anormal a Sûriye û Iraqê, bêîstiqrariya wan me eleqedar dike ji ber wê rewşa wan a normal û îstiqrara wan jî me eleqedar dike. Ji ber wê normalîzebûna birayên me yên ku cîranên me ne helbet dê me kêfxweş bike."