Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz der barê nefta ku ji Iraqê tê sewqkirin de wiha got: "Vê gavê tankêra 34 û 35emîn tê barkirin. Heta niha 27 milyon warîl hatin barkirin û cîro gihîşt 2 milyar dolarî"
Yildiz li Navenda Kongre û Fûara Navneteweyî ya Ankara Congresîumê beşdarî vekirina 7emîn Kongre û Fûara Vejenê ya Navneteweyî bû û li vir axivî. Yildiz got ku li dinyayê di sektora vejenê de dabeşkirineke bi edalet tuneye.
- Sewqkirina nefta Iraqê
Yildiz der barê nefta ku ji Iraqê tê sewqkirin de diyar kir ku vê gavê tankêra 34 û 35emîn tê barkirin u heta niha 27 milyon warîl hatin barkirin û cîro gihîşt 2 milyor dolarî. Yildiz wiha got: "Nîqaşên Iraqa Bakur, Erbîl û Bexdayê li alîkî, ev pere dikeve kaseya temamê Iraqê."
Yildiz ragihand ku dahata Iraqê ya ji neft û xaza siruştî 100 milyar dolar e û bi normalîzebûna Iraqê re ev mêjer dibe ku derbikeve 3 qatî. Yildiz got ku ew wek welatê cîran ji vê yekê kêfxweş in.
Wezîr Yildiz piştî axaftinan fûar vekir.