27 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2018
ANKARA
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê wergirt Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê û H.R. McMasterê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê duh bi şev bi têlefonê axivîn.
Li gor agahiyan di xeberdanê da Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Tirkiyeyê li gor heqê xwe yê navneteweyî ji bona ewlehiya neteweyî bo alîkariya xelkê Efrînê dijî PYD/YPG, PKK, DEAŞ û rêxistinên terorê yên din daye destpêkirin û pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê hat gotûbêjkirin.
Hat diyarkirin di xeberdana li ser têlefonê ya Berdevkê Serokomariyê Kalin û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê McMaster da mijara ku wê çekan nedin PYD/YPGyê hat pesendkirin.
Li gor agahiyan Berdevkê Serokomariyê Kalin bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê McMaster ra li ser têlefonê axivî û diyar kir ku divê mecbûrî guh bidin fikarên asayîşê yên meşrû yên Tirkiyeyê, ji bo ku pêşî li ber fêmkirinên şaş were girtin herdu alî mutabiq man ku di nav kordînasyonê da hereket bikin.