Elif Orhan
12 Sibat 2019•Rojanekirin: 12 Sibat 2019
ANKARA
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bangî birêvebiriya Amerîkayê kir ku polîtîkayên xwe yên "neserkeftî" yên der barê Îranê de ji ber çavan re derbas bikin.
Zerîf di hesabê xwe yê Twîtterê de parvekirin kir û bersiva sûcdarkirinên Donald Trumpê Serokê Amerîkayê yên ji bo Îrana ku salvegera xwe ya 40emîn pîroz dike da.
Zerîf parast polîtîkaya ku ev 40 sal in Amerîka bi rê ve dibe bi ser neket û di peyama xwe de bi etîketa "neserkeftina40salî" wiha nivîsî:
"Rastiya ku Îranî wê tu carê teslîm nebin, rewşa nîşan da ku ne pêkan e polîtîkaya Amerîkayê bi cî bê, têkçûna 40 salî ya ku hewl dan bi rêya xwîn û serwetê Îranê bêîstiqrar bikin. Piştî hilbijartinên 40 salî yên şaş wext hatiye ku Donald Trump polîtîkayên sernekeftî yên Amerîkayê ji ber çavan re derbas bike"
Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyama xwe ya ji ser Twîtterê da ya ji bo Îrana ku salvegera xwe ya 40emîn pîroz dike nivîsîbû "Rejima li Îranê tenê neserkeftineke 40 salî derxist holê. Gelê Îranê dahatûyeke ronaktir heq dike."
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Qesra Spî John Bolton jî di peyama bi vîdeo ya ku ji ser hesabê Twîtterê yê Qesra Spî hat weşandin de bi awayekî eşkere birêvebiriya Îranê tehdîd kiribû. Bolton îdia kiribû ku Îran li Sûriye, Iraq, Yêmen û Rojhilata Navîn "fînansorê sereke yê terorîzma navneteweyî ne" û gotibû ku "Ez wisa bawer im ku êdî salvegerên we yên ku hûn ji niha pê ve pîroz bikin zêde nemane."