Fatih Gazioğlu
12 Sibat 2019•Rojanekirin: 14 Sibat 2019
VAN
Meteorolojiyê ji bo 4 bajarên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û aşîtê da.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn tê texmînkirin ku li herêmê hewa wê kêm ewrayî be.
Li herêmê wê şev û serê sibê hişkî, cemed û mij çêbibe, germahiya hewayê jî wê li gor demsalê normal be û ji hêla bakur va car caran jî ba wê rabe.
Germahiya hewayê ya herî kêm li Mûşê 3, li Bidlîsê 6, li Wanê 5 û li Hekariyê jî 9 pile hat pîvan.
Germahiya herî zêde ya di nava rojê da wê li Wanê 4, li Bidlîs û Hekariyê 2 li Mûşê jî wê 1 pile be.
Li ser Gola Wanê hewa wê ewrsayî û kêmewrayî be û ji hêla bakur û bakurê rojhilaêt jî car caran wê ba rabe.
Rayedaran hişyarî da ku ji ber barîna berfê, cemed û ciyên bilind jî dibe ku aşît çêbibe û ji ber vê bila welatî baldar û bi tevdîr bin.