Abdullah Tel
12 Sibat 2019•Rojanekirin: 13 Sibat 2019
VAN
Li Wan, Mûş û Bidlîs a bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berf û pûkê rêya 52 wargehan ji çûn û hatinê ra hatin girtin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di daxuyaniya xwe da eşkere kir ku ji ber şert û mercên hewaya xerab li navçeya Bahçesarayê rêya 10 gundî, li navçeya Gurpinarê têya 9 gundî, li navçeya Başkaleyê rêya 5 gundî û li navçeya Gewaşê jî rêya gundekî hat girtin.
Hat gotin ku li Wanê bi tevahî rêya 25 taxan ji ber berf û pûkê hatiye girtin û bo vekirinê jî hewl tê dayîn.
- Muş û Bidlîs
Li Mûşê jî ji ber berf û pûkê rêya 5 gund û 15 goman ji çûn û hatinê ra girtî ne.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur daxuyanî da û ragihand ku ekîbên wan li herêmê ji bo vekirina rêyan 24 saetan dixebitin û wiha pê da çû: "Li cihên bilind ji ber pûkê rêya me tê girtin. Makîneyên me yên kar xebatên xwe didomînin. Di demeke kurt da wê rêyên gundan jî wê bên vekirin."
Hat ragihandin ku li Bidlîsê jî ji ber berfê rêya 7 gundan hatiye girtin û ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr jî ji bo vekirina rêyan bênavber dixebitin.