Önder Beyter
12 Sibat 2019•Rojanekirin: 14 Sibat 2019
ŞIRNAK
Li Beytuşebaba navçeya Şirnexê pitika 6 mehî ku tedawiya wê li nexweşxaneya li navçeyê didome, bi helîkoptera eskerî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê kirin.
Ji bo Azra Bal ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Beytuşebabê ji ber tengasiya nefeshildanê tedawiya wê dewam dike, biryar hat dayîn ku sewqî nexweşxaneya li navenda parêzgehê bikin.
Ji ber ku navçe dûrî navenda bajêr e û rewşa nexweşê jî bilez bû, ji ser Qaymeqamtiyê ra haya Walîtiya Şirnexê bi biryarê xistin.
Li ser vê yekê, bi helîkoptera eskerî ku ji Fermandariya Tumena Piyadeyên Cendirme ya 23yemîn rabû va Bal neqlî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê kirin.
Pitika 6 mehî Azra li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê razandin û dermankirina wê dê li vê derê bidome.