Tirkiye

Esnaf ji daxuyaniya Serokomar Erdogan a hîbeyê razî ne

Halil İbrahim Sincar, Fecri Barlık, Ekrem Payan  | 18.05.2021 - Rojanekırın : 19.05.2021
Esnaf ji daxuyaniya Serokomar Erdogan a hîbeyê razî ne

Diyarbakir

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Lijneya Wezîran daxuyand ku ew ê ji bo esnaf û sinetkaran ku ji du koman pêk bê wê wek hîbe pere razînin û hinek esnafên li Şirnex, Sêrt û Mêrdînê ji vê daxuyanî gelek razî bûn.

- Şirnex

Ayetullah Gozugunguyê ku li Şirnexê pastexaneya wî heye got ku di vê heyama ji ber şewba Kovîd-19ê sînordarkirin hebûn û zehmetî kişandin wiha domand: "Karên me di vê heyamê da gelek daketin. Em jî li benda alîkariya dewletê bûn. Ev daxuyaniya ku serokomarê me da ji bo me bi kêr hat. Ez wisa difikirim ku bi saya vê piştevaniyê wê piçek bêhna me jî derbikeve."

- Sîîrt

Ji esnafên Sêrtê Alî Ozkilciyê berberiyê dike jî ji ber piştevaniyên hatin eşkerekirin ji Serokomar Erdogan ra spas kir û wiha domand: "Xwedê kêmasiya dewletê nede. Di wê heyama sînordarkirinê da 17 roj cihên me girtî bûn. Ev piştgirî bo me baş bû."

Tesîsatgerê avê Mucahît Gunç jî diyar kir ji ber wê piştevaniya ku wê bidin hevpîşeyê wî jî ew pir kêfxweş bûn û wiha domand: "Bi piştevaniya ku wê bidin me va wê pereyê kirêya me ya çend mehan derbikeve."

- Mêrdîn

Necmettîn Uçarê ku li Mêrdînê dikana wî ya qirtasiyeyê hebû jî got: "Em ji piştevaniya hîbeyê ya ku Serokomar Erdogan eşkere kir razî ne. Sal û nîveke me gelek zehmetî kişand. Înşeallah hevalên me yên esnaf bikaribin ji vê îstifade bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.