Tirkiye

Filistînî ji bo bertek nîşanî êrîşên Îsrîalê bidin dest bi grevê kirin

Abdel Ra'ouf D. A. R. Arnaout, Zeynep Hilal Karyağdı  | 18.05.2021 - Rojanekırın : 19.05.2021
Filistînî  ji bo bertek nîşanî êrîşên Îsrîalê bidin dest bi grevê kirin

Quds

 Ji ber êrîşên Îsraîlê yên li Şerîeya Rojava ya dagirkirî, Qudsa Rojhilat û bajarokên Ereban ên li Îsraîlê dest bi grevê kirin.

Bi banga sendîka û komên siyasî yên Filistînî, Filistîniyên li Îsraîlê û li Şerîeya Rojava, Qudsa Rojhilat ya dagirkirî dijîn dest bi grevê kirin.

Li Şerîeya Rojava, Qudsa rojhilat û bajarokên Ereban ên li Îsraîlê esnafan îro ber destê sibê pê va kepengên dikanên xwe girtin.

Li Şerîeya Rojava saziyên taybet, zanîngeh û bankeyan jî piştgirî dan grevê û hat dîtin ku trafîk jî gelekî sihêl bû.

Rasim Ubeydatê aktîvîstê Filistînî yê li Qudsê dijî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku grev li Qudsê, Şreîaya Rojava, Xezeyê û hemû axên Filistînê yekîtiya gelê Filistînê îfade dike.

Ubeydat got ku "Grev nîşan dide ku hedefa meî qedera me, axa me û gelê me yek e. Vê peyamê dide Îsraîlê dagirker jî."

Fehmî Şahînê Kordînatorê Hêzên Îslamî û Netewî yê li bajarê Xelîlê jî diyar kir ji bo bertekê nîşanî êrîşên hovane yên Îsraîlê û helwesta civaka navneteweyî ya li ber êrîşên Îsraîlê bidin dest bi grevê kirin.

Şahîn got di serî da li Şerîeya Rojava, Xeze û li Îsraîlê li hemû erdên Filistînê yên wekî erdê 1948an tê zanîn grev tê kirin ji ber vê ev zehf girîng e, komên Filistînê piştî grevê jî ew ê bihevrabûn û yekîtiya xwe qewî bikin û her cure têkoşînê bidin.

- Bûyerên li Quds û Xezeyê

Îsraîlê di meha remezanê da êrîşî kesên ku li Mescida Eqsayê ya li Qudsa Rojhilat a dagirkirî îbadet dikirin kir û plana wê ya bi zorî ji malên wan derxistina niştecihên li Taxa Şêx Ceraê li herêmê rageşî zêde kiribû.

Komên berxwedêr ên filistînî yên li Xeta Xezeyê ji bo ku ji Taxa Şêx Cerah û Mescida Eqsayê ya li Qudsa Rojhilat a bin dagiriya polêsê Îsraîlê da vekişe heta 10ê gulanê roja duşemê bi saeta herêmî saet 18.00ê wext dabû.

Polêsê Îsraîlê ji Mescida Eqsa û Şêx Cerah venekişiya li ser vê yekê komên berxwedêr ên Filistînî gelek roket avêtibûn Îsraîlê.

Li ser vê artêşa Îsraîlê bi navê "Mihafênz Sûran" dijî Xeta xezeyê operasyona eskerî dabû destpêkirin.

Di êrîşên ku Îsraîl ji 10ê gulanê vir va bir ser Xeta Xezeyê ya bin ebluqeyê da 61 jê zarok, 36 jê jin bi tevahî 212 kes hatin kuştin, 1400 kes birîndar bûn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın