02 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2017
ŞIRNAK
Li Uludereya navçeya Şirnexê, di êrîşa endamên PKKya rêxistina terorî de gundparêzek şehîd ket, 3 gundparêz birîndar bûn.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat sitandin, li herêma Hilala ser navçeya Uludereyê, terorîstan êrîşî gundparêzên ku li vir wezîfedar bûn kir.
Di êrîşê de 4 gundparêz birîndar bûn. Birîndaran bi helîkopterê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Li vir tevî hemî mudaxaleyan gundparêzek şehîd ket. Tedawiya 3 birîndarên din dewam dike.
Li herêmê bo qefaltina terorîstan operasyon hat destpêkirin.