Haydar Şahin
04 Mijdar 2017•Rojanekirin: 05 Mijdar 2017
MÛŞ
Li Mûşê silqa ku palê ji zeviyê derdixin û tînin fabirqeyê piştî hin karûbaran dibe şekir û digihêje xerîdaran.
Piştî ku ji zeviyê tên derxistin wesayît pincarê hildidin û tînin fabirqeyê, li vê derê makîne silqê hildidin û dibin beşa şûştinê.
Li vê derê silqê bi ava tazyîq va ji ax û çemûrê paqij dikin û bi kanalan va dişînin fabirqeyê.
Makîne silqê sipî dikin, jêdikin, li rindeyê dixin, dixaşînin û pres dikin. Paşê silq ji germa zehf zêde ra derbas dibe û ji fîltreyên şekir ra derbas dibe û demekê şûnda krîstalîze dibe û vedigere şekir.
Şekirê hevalê çayê dixin çuwalên 50 kîloyî û teslîmî enbarê dikin.
- "Em 4 hezar cotkarî ra cotkariya bi peyman dikin"
Midûrê Fabirqeya Şekir a Mûşê Hakîm Gundogdu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Tirkiyeyê di salê da 2,5 milyon ton şekir tê çêkirin.
Gundogdu destnîşan kir ku ji bo vî şekirî jî 19 milyon ton silq ji ber destê wan ra derbas dibe û wiha pê da çû:
"Nika 420 hezar ton silq li ber destê me ye. Em ê 70 hezar ton silqa ku li Milazgirê hat derxistin jî bişînin fabirqeya li Agiriyê û li wê derê têxin şekir. Em ê ji herdu fabirqeyan 53 hezar ton şekirî çêkin. Em piraniya şekirê xwe difroşin herêmê."
Gundogdu got ku ew ê îsal 86 milyon lire pereyî bidin cotkarên silqê, çaxa şekirê ku çêkirin bifroşin jî 200 milyon lire pereyê bê Mûşê.
Gundogdu destnîşan kir ku li 72 gundên Mûş, Bidlîs û Bîngolê kêmzêde bi 4 hezar cotkarî ra cotkariya bi peyman dikin, silqê diavêjin 92 hezar dagar erdî.
Gundogdu diyar kir ku ew ê îsal 100 hezar ton kuspe û 15 hezar ton melasê çêbikin.