09 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji ber wefata Elî Ekber Haşîmî Rafsancaniyê Serokomarê berê yê Îranê û Serokê Konseya Danana Mesleheta Rejimê, sersaxî da xelkê Îranê û malbata Rafsancanî.
Wezîr Çavuşoglu di peyama xwe ya li ser Twitterê da wiha got, "Bi xemgînî em bi mirina Rafsancanî hisiyan. Xwedê rehma xwe li merhum ke û em bona malbata wî û xelkê Îranê serxweşiyê dixwazin."