Muhammet Kurşun
10 Adar 2017•Rojanekirin: 10 Adar 2017
MOSKOVA
Hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn bidawî bû.
Hevdîtin li Qesra Kremlînê di saet 14.12an da dest pê kir û ji çapemeniyê ra girtî birêve çû 2 saet û 40 deqîqe kişand.
Piştî hevdîtinê Erdogan û Pûtîn derbasî civîna Konseya Hevkariya Asta Bala bûn.
Ji bilî Serokomar Erdogan, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Bergiriyê Fikrî Işik, Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Ahmet Arslan, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak, Wezîrê Xurek Çandinî û Heywandariyê Faruk Çelik, Wezîrê Çand û Turîzmê Nabî Avci û Sererkan Orgeneral Hulusî Akar jî di civînê de beşdar in.