10 Adar 2017•Rojanekirin: 10 Adar 2017
ANKARA
Alîkarê Midûrê Giştiyê TRTê Îbrahîm Eren got, "Weşana TRT Worldê heta dawiya salê ne tenê ji ser peykê wê heta wê çaxê wê li platforman jî bê belavkirin. Bo nimûne em ketin platforma Sky-ê ya Birîtanyayê. temaşavanên li Birîtanyayê ne ji ser peykê wê Sky-ê temaşa bikin. Pêdivê ji bo her welatî em cuda tiştekî wiha bikin. Ji bo vê jî me ekîbek baş derxistiye. Ev tişt hem dihêle em xurt bibin û hem jî ji bo maliyetê baş e."
Eren derbarê xebatên 2017ê yê TRT Worldê û projeyên wê agahî dan nûçegihanê AAyê.

Eren anî ziman ku çalakiya herê mezin a qenalê belavkirina li qada nêv neteweyî ye û bi Turksatê ra hevkariyeke baş dikin û got, "Em dixwazin di ser Turksatê ra TRT Worldê ji bo hemî peykên eleqedarê cihanê veguhêzin. Di çar çoveya hevkariyê da TRT World li 190 welatî ji ser 11 peykan tê temaşakirin."
Eren bibîranî ku qenala ku herî zêde li cihanê belav dibe BBC ye û wê TRT World jî bigihîşe her dera cihanê û got, "Aramanca sereke wê bighîje welatên ingilîzêaxêv û herwiha Ewropa, Asya û Efrîqa di berahiyê da ne.
- "Budceya me gelekî zêde nîn e, ne qenaleke pir bi mesref e"
Alîkarê Midûrê Giştiyê TRTê Eren derbarê nîqaşên ku tê gotin maliyeta TRT Worldê zehf e wiha axivî:
"Qenalên ku TRT World xwe di warê qualîtî û naverokê da ji wan ra hemkûf dibîne BBC, CNN û El Cezîre ye. Di warê budceyê da ji xwe ez wan berawird nakim. Kêm zêde budceya me bi qasî dehyeka wan e. Hem qenala herî bi mesrefa TRTê em nîn in. Budceya me ji ya TRT 1 û ya TRT Sporê kêmtir e."

- "Heta dawiya 2017ê wê karûbarê belavkirin û pêkhateya me biqede"
Midûrê Xeberên TRT Worldê Fatih Er jî derbarê hedefên wan yên 2017an da got, "Em ji bo îsal giringiyê didin belavkirinê. Ji sersalê va li beşekî Ewropayê hem weşan qebloyî û hem jî ya li ser peykê me dest bi weşanê kiriye. Di beşa duyema 2017an da emê îdî weşanê bidin beşa mayî ya Ewropayê û welatên Asyaya dûr. Îsal bi taybet em dixwazin pêkhateya xwe ya li London, Washington û Singapûrê temam bikin. Heta dawiya 2017ê wê karûbarê belavkirin û pêkhateya me biqede."