22 Îlon 2016•Rojanekirin: 23 Îlon 2016
KILÎS
Waliyê Kilîsê Îsmaîl Çatakli diyar kir ku ji ber guleya roketê ya ji Sûriyeyê hat agirkirin û li navenda bajarê Kilîsê ket 6 kes birîndar bûn.
Walî Çatakli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li cihê guleya roketê lê ket tewdîrên hewce dikin hatin hildan.
Çatakli got: "6 birîndarên me hene û rewşa 5 kesan niha başe."
Guleya roketê ya ji aliyê Sûriyeyê hatibû agirkirin li kuçeya Tekkeyê ya Taxa Canpolatê ya nêzî Sabah Pazariyê ye ketibû.