22 Îlon 2016•Rojanekirin: 23 Îlon 2016
ANKARA
Li Wanê 2 endamên rêxistina terorê yên ku hewl didan êrîşê bikin di operasyonê da hatibûn kuştin û ji ser yekî ji wan qolyeya xaç derket.
Di roja ewil a eydê da li Wanê êrîşa terorê pêk hat û 2 polês şehît ketin. Li ser xebat û lêkolînan hat tespîtkirin ku 2 terorîstên PKKyî Zîndar Borê bi navê "Cafer" û Mehmet Yalçinê bi navê "Amed" tên naskirin in. Hêzên ewlehiyê li ser vê li Taxa Fehîm Arvasîne di operasyonê da herdu endamên rêxistina terorê yên hewl didan êrîşê bikin, kuştin.
Li Navenda Tipê ya Dûrsûn a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya kar û xebatên ji bo otopsiya herdu otopsiya 2 endamên rêxistinê didome. Di dema otopsiyê da di stûyê "Amed"ê ku navê wî yê rast Mehmet Yalçin bû da qolyeya bixaç hat tespîtkirin û ev rewş bi girtenameyê hat qeyd kirin.
- Buyer
Li Îpekyoluya navçeya Wanê 2 endamên rêxistina terorê yên ku hewl didan êrîşê bikin, li ser banga polêsan a "teslîm bibin" bi çekên dirêj ve gule berdan li ser vê şer derket û ew di operasyonê da hatin kuştin.