02 Mijdar 2016•Rojanekirin: 10 Mijdar 2016
GAZÎANTEP
Fistiqê entabê yê ku li dinyayê wek "fistiqê herî bi tehm" tê zanîn li gor fistiqên Îran û DYAyê kîloya wê nêzî 7 dolarî biha tê firotin.
Midûrê Enstîtuya Lêkolîna Fistiqê Entabê Dr. Nevzat Aslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di hilberîna fistiqê entabê da li dinyayê Îran di rêza ewil da ye û paşê DYA û Tirkiyeyê di rêzê da ne.
Aslan diyar kir ku di piyaseya îxracatê da Tirkiye di rêzên jêrîn da ye û wiha axivî :"Amerîka û Îran bi çandiniya konvensyonel va fistiqan zêde diajon û tevahiyê wê jî li erdên avî dikin. Li welatê me jî nêzîkî tevahiyê wê li erdê beja tê kirin. Ji sedî 2-3yê fistiqan li erdê avî tê hilberîn û ev jî rêyeke kêm e."
Aslan destnîşan kir ku li Tirkiyeyê darên fistiqê entabê li erdên asta 3-4an da tên daçikandin, li Îran û DYAyê li erdên asta ewil yanê erdên herî baş tên daçikandin, ji ber vê jî hilberîna li Tirkiyeyê li benda baranê ye.
Aslan ragihand ku rekolteya fistiqê Entabê salekê zêde dibe û sala din dadikeve û wiha pê da çû:" Em ji vê ra dibêjin sala heyiyê û sala tuneyiyê. Carna ji ber kêmbarînê jî rekolte gelek dadikeve. Ev du sal e ji ber ku baran zêde dibare rekolte zêde ye. Heta sala borî me DYAyê jî avêt pişt xwe. Dema em li malperên onlîne yên navneteweyî dinihêrin dibînin ku fistiqê entabê wek fistiqa tirk tê binavkirin û lîbreya wê bi 3 dolarî tê firotin. Yanî kîlograma wê 6-7 dolar zêdetir tê firotin. Lewra fistiqê herî bi tehme.
Aromaya fistiqê entabê heke ku dar neyên avdan, zêdetir e. Her wiha ji ber ku cureyên fistiqan zêde ne, di îqlimeke cuda da çêdibe, lezet û aromayeke wê ya cuda heye. Darên fistiqên werin avdan jî cardin aromaya wan ji aromaya fistiqên ku li Îran û Amerîkayê çêdibin, zêdetir e. Li cem me fistiqên dêmî çêtir in."
Aslan diyar kir, bi xebatên dawîn va rekolte hat zêdekirin û eraziyên ku tên avdan zêde kirin, ev tiştekî baş e, lê divê hilberîner zêdetir bala xwe bidin vê yekê û wiha dewam kir: "Fistiqê entabê ya li welatê me çêdibe, ji aliyê tema xwe va zêdetir tê tercîhkirin û hilberîna me jî her ku diçe zêde dibe. Vê gavê me li qadeke nêzî 3 milyon dekarî fistiq danîne û em baxçê fistiqan li hev zêde dikin. Bi vê em ê ji welatên din zêdetir hilberînê bikin. Lê heke danasîna vê jî baş were kirin, em ê zêdetir bikevin bazara cîhanê û deng vedin."