Muhammet Kurşun
15 Mijdar 2017•Rojanekirin: 15 Mijdar 2017
DEWHA
Serkomar Recep Tayyîp Erdogan ji aliyê Emîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî ve hat pêşwazîkirin.
Di merasima pêşwaziyê de ku li Dîwana Emîrtiya Qeterê birêve çû, piştî Erdogan û Temîm cihê xwe girtin sirûda herdu welatan hat xwendin.
Piştî silavdayîna yekeya merasimê Erdogan û Temîm derbasî civîna dualî bûn. Piştî civîna dualî herdu lîder dê beşdarî 3emîn Civîna Komîteya Stratejiya Bala Tirkiye-Qeterê bibin.