Tirkiye

"Divê em CHPê jî rizgar bikin"

Serokomar Erdogan: "Ev zatê ku serokatiya mixalefeta sereke dike, ne tenê bela serê milet e, bela serê CHPê ye jî. Divê em CHPê jî rizgar bikin"

İbrahim Atmaca  | 22.10.2018 - Rojanekırın : 23.10.2018
"Divê em CHPê jî rizgar bikin"

Ankara

ANKARA

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li navenda giştî ya partiya xwe di Bernameya Perwerdeya Şaxa Jinan a AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan li ser hejmara şaredarên jin ên AK Partiyî sekinî û wiha got: "8 şaredarên jin ên AK Partiyê hene. Ev têrê nake. Daxwaza me ew e hejmara şaredaran li gor rêjeya nifûsê be."

Erdogan li ser hilbijartina herêmî ya ku wê di 31ê adara 2019an da were kirin sekinî û wiha got, "Di nezera me da tu ferqa şivanê ku seba rizqê helal li ser çiyayên Silîva berxê xwe diçêrîne û masîgirên ku li ser Behra Reş li ber pêlên dijwar berxwe didin, tuneye. Di hilbijartinên Adara 2019an da jî em ê li gor heman rêgezan hereket bikin. Çi dikin bira bikin, di hilbijartina adara 2019an da encam wê eynî derkeve, înşallah wê dîsa heman hezîmetê bibînin.

Serokomar Erdogan Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu rexne kir û wiha got: "Ev zatê ku serokatiya mixalefeta sereke dike, ne tenê bela serê milet e, bela serê CHPê ye jî. Divê em CHPê jî rizgar bikin. Weke her heyamên hilbijartinê vê carê jî hewl didin ku di navbera mihacir û ensaran da tovên fitneyê bireşînin. Bay Kemal vê baş bizane, me ji mihaciran jî pir hez kir, ji ensaran jî.

Ji ber ku hêviya qezenckirinê ya mixalefeta sereke tuneye, wê her rêyê biceribîne ku hilbijartinê bê îtibar bike. Ji niha va seba ku bi şaxa siyasî ya rêxistina terorê ya cudakar ra tifaqê çêke, hewla bazariyên qirêj dike, ev badilhewa nîne. Ji aliyekê va çîçekan diavêjin cem şaxên siyasî yên rêxistina terorê ya cudakar ji aliyekê va jî bi zimanê Esedê zalim va êrîşî mihacirên Sûriyeyî dikin."

Erdogan diyar kir ku hilbijartina adara 2019an hilbijartineke ji rêzê nîne û wiha dewam kir:

"Ev hilbijartina îdareyên herêmî ne, belkî jî ev ê dawiyê li mixalefeta sere bîne. Ji bo ku encamên hilbijartina 24ê Hezîranê ji her alî va pêşiya îdareyê veke, divê hilbijartina 2019an jî bi serkeftî derbas bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.