14 Tebax 2017•Rojanekirin: 14 Tebax 2017
ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî daxuyand ku di nav hefteya dawîn de di operasyonê ku tên meşandin de jê 28 kuştî, 14 teslîmbûyî, yek sax, bi tevahî 43 terorîst hatin bereterefkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî di navbera 7 û 14ê tebaxê de li giştiyê welêt li dijî rêxistinên terorî 201 operasyon hatin kirin. Di operasyonan de jê 28 kuştî, 14 teslîmbûyî, yek sax, bi tevahî 43 terorîst hatin bereterefkirin.
Li Mêrdîn, Şirnex, Tuncelî, Mûş, Hekarî û Diyarbekirê di operasyonan de 15 teqemeniyên ku bi destan hatibûn çêkirin û mayin ên ku li 15 sitargeh û şikeftan de hatibûn bicihkirin, hatin teqandin.
Hêzên ewlehiyê 2 ton û 780 kîlogram madeyên ku di teqemeniyan de tên bikaranîn, 37 bombeyên destan, jê 33 çekên giran û lûledirêj 47 çek bi dest xistin.
Di operasyonan de 319 kesên ku ji ber îdiaya alîkariya rêxistinê kirine, 87 kesên ku eleqeya wan bi DEAŞa rêxistina terorî re heye, 267 kesên endamê FETOyê, 3 kesên ku eleqeya wan bi rêxistinên terorê yên çepkir re heye, hatin binçavkirin.
- Operasyonên hişbirê
Di nav hefteya dawîn de li 79 bajaran hezar û 942 operasyon hatin kirin.
Di operasyonan de tonek û 132 kîlogram esrar, 152 kîlogram eroîn, 3 kîlogram kokaîn, 1 kîlogram metamfetamîn, 16 hezar û 856 hebên hişbirê, 2 milyon û 268 hezar û 910 kirkirk, 671 hezar û 370 pakêt cixareyên qaçax û 47 ton 293 lître mazot hat bidestxistin, 2 hezar û 809 kes hatin binçavkirin.
Ji bilî vê li 33 bajaran jî 151 şikbarên ku li kuçeyan hişbir difroşin jî hatin girtin.
Li hember kesên ku hewl didan bi dereqanûnî bi rêya behrê herin dervayî welêt 4 hezar û 879 kes hatin girtin û 182 organîzator jî hatin binçavkirin.
- Têkoşîna dijî sûcên sîberê
Di têkoşîna dijî sûcên sîber de jî der barê 2 hezar û 703 hesabên medyaya civakî yên ku propagandaya rêxistinên wek FETO/PDY, PKK/TAK, DEAŞê dikin lêkolîn hatin kirin û hezar û 264 kes hatin tespîtkirin, ji van 152 kes hatin binçavkirin.
- Asayiş û trafîk
Di daxuyaniyê de behsa kontrolên asayiş û trafîkê jî hat kirin û hat gotin di 9ê tebaxê de li 81 bajaran di 2 hezar û 731 cihên kontrolê de lêgerîn hatin kirin. 8 hezar û 460 personel beşdarî van kontrolan bûn.
Di kontrolan de 183 hezar û 505 wesayit û şofêrê wan hatin kontrol kirin, 5 milyon û 916 hezar û 594 lîre cezayên pereyan hatin dayîn, 3 hezar û 690 wesayit ji trafîkê hatin menkirin.
Li 13 hezar û 224 cihên umumî yên wek cafe, salonên înternetê, park, baxçe, lunapark û cihên lîstikê kontrol hatin kirin ku ji bo zarokan ewlehîbûna wan bê tesbîtkirin.
Li van deran ji 480 cihan re ceza hatin dayîn, 60 hezar û 619 kes hatin kontrolkirin û ji van 251 kes hatin girtin. Der barê 3 hezar û 495 kesan de jî karûbarê îdarî/edlî hat kirin.