Sevim Hatun
14 Tebax 2017•Rojanekirin: 15 Tebax 2017
ADANA
Li Edeneyê li ser îxbara terorîstên PKKî cil û bergên polêsan li xwe kirine û amadehiya êrişa bombeyî û çekdarî dikin, operasyon birin ser malekê, di operasyonê de 12 kalaşnîkof, 24 bombeyên destî, 12 unîformayên polêsan, ton û nîv amonyûm nîtrat, 300 kîlo bizmar, 12 êlegên erişê, 96 şarjor, nêzî hezarî gule, kablo û malzemeyên din ên di çêkirina bombeyê de têne bikaranîn tevî 240 lître benzîn ve hatin desteserkirin.
Li gor agahiya ku hat standin, MÎT û ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Edeneyê wextê operasyonên dijî terorê birêve dibirin, ev îxbar hilda.
Di encama xebatan de hat hînbûn ku terorîst wê bi unîformayên polêsan êrişê bikin.
Ekîban tespît kir ku teror li wîllayek li navçeya Çukurovayê amadehiyê dikin. Piştî tespîtê girtin ser malê.
Di operasyonê de 12 kalaşnîkof, 24 bombeyên destî, 12 unîformayên polêsan, ton û nîv amonyûm nîtrat, 300 kîlo bizmar, 12 êlegên erişê, 96 şarjor, nêzî hezarî gule, kablo û malzemeyên din ên di çêkirina bombeyê de têne bikaranîn tevî 240 lître benzîn ve hatin desteserkirin.
Li navnîşanê tu kes nehat dîtin, xebatê ji bo qefaltina gumanbaran dewam dikin.