Tirkiye

Di erdheja li Endonezyayê da hejmara miriyan zêde dibe

Di erdheja li Girava Sulawesiyê da hejmara miriyan derket 2 hezar û 256an

Önder Beyter  | 22.10.2018 - Rojanekırın : 23.10.2018
Di erdheja li Endonezyayê da hejmara miriyan zêde dibe

Jakarta Raya

CAKARTA

Di erdhej û tsunamiya li Girava Sulawesi ya Endonezyayê da hejmara miriyan derket 2 hezar û 256an.

Berdevkê Rêveberiya Ajansa Afatê ya Neteweyî Sutopo Purwo Nugroho raihand ku di erdhej û tsunamiya ku 28ê îlonê çêbû da hejmara miriyan derket 2 hezar û 256an.

Nugroho diyar kir, ligel ku li tevahiya herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê di 12ê cotmehê da bi awayekî fermî bi dawî bûn, lê hê jî di xebatên rakirina kavilan da cesedê însanan derdikevin.

Nugroho got ku li herêmê heta niha 223 hezar û 751 kesî cihên xwe guherandin û li gorî xeberên ku malbatan piştî erdhej û tsunamiyê dan, hejmara kesên wenda jî hezar û 309 e.

Li herêma ku xebatên fermî yên lêgerîn û xilaskirinê bi dawî bûne, dilxwaz û xizmên kesên wenda bi îzna rayedaran xebatên lêgerînê didomînin. Rewşa bilez a ku ji bo herêmê hatibû ragihadin, heta 26ê cotmehê hatibû dirêjkirin.

Li Girava Sulawesi ya Endonezyayê ya ku ji Kendava Palûyê 27 kîlomêtre dûr e li gor daneyên Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) erdhejêke bi lerza 7,5an çêbû. Li gor çavkaniyên herêmê jî lerza erdhejê 7,5 bû.

Piştî erdhejê li herêma Balaroaya girêdayî Palauyê ewil bi lerza 7,4 erdhejek û paşê jî tsunamî çêbû. Piştî erdheja li bajarên Donggala û Pauloyê bi tesîra tsunamiyê pêlên di navbera 3 û 6 mêtroyî bilind rabibûn.

Endonezya li xeta erdhej û agirîn a Xala Agir a Pasîfîkê ye. Di 26ê berfanbara 2004an da li herêmê erd bi lerza 9,1ê hejiyabû, piştî erdhejê tsunamî rabibû û li tevahiya welatên herêmê 230 hezar kes miribûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın