Dewlet ji wan ra xaniyan çêdike
Malbata Muhammet Yusufogluyê gundparêz ê ku li Qulpa navçeya Diyarbekirê bi destê terorîstên PKKyî hatibû kuştin û malbata hewcedar a ji 8 kesan pêk tê bi piştgiriya Qaymeqamtiya Bismîlê dibe xwediyê xanî.
Diyarbakir
DIYARBAKIR
Malbata Muhammet Yusufogluyê gundparêz ê ku ji vir 27 sal berê li Qulpa navçeya Diyarbekirê bi destê terorîstên PKKyî hatibû kuştin û malbateke hewcedar ya din bi piştgiriya Qaymeqamtiya Bismîlê dibin xwediyê malê.
Remziye Yusufogluya jina Muhammet Yusufogluyê ku terorîstan di sala 1991ê da rê birîbûn, ji wesayîtê peya kiribûn, dest û lingê wî girê dabûn û gule di ser da barandibûn wê çaxê diya 11 zarokan bû û yek jê dergûş bû. Remziye Yusufogluyê ji tirsa canê zarokên xwe gund terk kir.
Remziye Yusufogluyê piştî vê mala xwe barî Bismîlê kir û malek kirê kir, di nav şert û mercên dijwar da jiyana xwe domand. Yusufogluyê ji tirsa terorîstan ji bo zarokên wê neyên kuştin her şev nobet girt.
Yusufogluya xwest di nav şert û mercên qenc da bijî serî li Qaymeqamtiya Bismîlê xist û alîkarî xwest.
Li ser daxwaza Remziye Yusufogluyê dest bi avakirina xanî kirin û ji sedî 70yê maliyeta xanî ew ê bi destê Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî were dayîn. Qaymeqamtiyê navbeynkarî kir, pereyê maye jî ew ê bi destê xêrxwazan were dayîn.
Wekî mayîn Qaymeqamtiyê daxwaza Abdullah Karakoçê bavê 6 zarokan ê hewcedar jî paşda nezivirand û ji wî ra jî xanî wê were çêkirin.
Ji bo ku ji Karakoç ra xanî çêbikin û tê da bijî, piştgiriya lazim dike jî tê dayîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.