Tirkiye

Li herêmên ku terorîst digeriyan êdî zarok kêf dikin

Zarokên li bajaroka Derecika ser sînorê Iraqê ku girêdayî Şemzînana navçeya Hekariyê ye di çemên li ber qûntarên Çiyayên Balkayayê da soberiyê dikin

22.06.2018 - Rojanekırın : 24.06.2018
Li herêmên ku terorîst digeriyan êdî zarok kêf dikin

Hakkari

HAKKARÎ

Zarokên li bajaroka Derecika ser sînorê Iraqê ku girêdayî Şemzînana navçeya Hekariyê ye di çemên li ber qûntarên Çiyayên Balkayayê da soberiyê dikin û li kêfa xwe dinihêrin.

Li herêmê piştî ku hizûr, aramî û ewlehî bi cih bû malbatên li wir dijîn jî zêdetir rihet kir.

Germahiya hewayê ya ku li herêmê di ser 30 pileyî ra ye zarok ji bo xwe hênik bikin bê tirs û xof berê xwe dan ber çemên li bin qûntarên Çiyayê Balkayayê.

Zarok li vê derê dikevin avê bi soberiyê kêf dikin û ji aliyekî va jî têra dilê xwe dileyîzin.

Ji zarokan Nurullah Tekîn diyar kir ku li herêmê piştî pêkhatina hizûrê ew tevlî hevalan berê xwe didin deverên lê av heye û wiha pê da çû: "Em bi hevalan ra digihîjin hev û tên vê derê. Ev der gundê me yê berê ye. Em her gav ji bo soberiyê tên vê derê û wextê xwe derbas dikin."

Erkan Dayan jî got, "Li vê derê niha hizûr heye. Em di demên berê da nikaribûn bên van deran û biketina avê lê niha tên û soberiyê dikin. Em gelek kêfxweş in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın