Haydar Şahin
01 Mijdar 2018•Rojanekirin: 03 Mijdar 2018
MUŞ
Ferhat Çelîkê bi piştgiriya dewletê li Haskoya navçeya Mûşê çêwlig vekir û di rojê da 300 hêkî kom dike got ji bo dahateke zêde dixwaze ku di pêşerojê da hejmara mirîşkan zêde bike.
Ferhat Çelikê bavê 4 zaran ê ku li taxa Kulturê dijî piştî ku dev ajokariya tiran a navneteweyî berda bi projeya di çarçoveya "Cotkarên Ciwan" da amade kir va serî li Midûriyeta Çandinî û Daristanan xist.
Çelîkê ku projeya wî hat qebûlkirin, bi 30 hezarê wekî hîbe sitand va li hewşa xwe ya 2 dolimî çêwliga mirîşkan vekir. Çelîk di rojê da ji 400 mirîşkî 300 hêkî kom dike.
Çelîk daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku kêmzêde 10 salî ajokarî kir û paşê biryar da ku bibe xwediyê karê xwe.
Çelîk got bi qebûlbûna serîlêdana wî gihîşte mirazê xwe û wiha pê da çû:
"Min bi piştgiriya hîbeyê va avdang, afirê qut, lambe, pungal û fan kirî û înşaeta çêwligê xilas kir. Min ji Meletiyê 400 mirîş anîn û wan xwedî dikim. Ez hêkan difroşim marketan. Hedefa min ew e ku ji bo dahateke zêde di pêşerojê da hejmara mirîşkan zêde bikim û derxim 1000î. Ji bo alîkariyê ji dewleta me ra sipas dikim."
Naîf Aykutê Midûrê Çandinî û Daristanan yê Navçeyê jî diyar kir ku di çarçoveya projeya "Çotkarên Ciwan" da pişîtgirî dan 49 projeyan û welatî ji bo vê kêfxweş in.