17 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2018
DIYARBAKIR
Der heqê Parlamenterên HDPyê yên Diyarbekirê Musa Farîsogullari û Remziye Tosunê da ji bona tevlî cinazeyê Mehmet Yakişirê bi nasnavê "Zeynel" yê qaşo berpirsiyarê herêma Behra Reş ya PKKyê ye bûn lêpirsîn dan destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê der barê Parlamenterên HDPyê yên Diyarbekirê Musa Farîsogullari û Remziye Tosunê da ji bona li Goristana Yenîkoyê ya Baxlarê tevlî cinazeyê Mehmet Yakişirê bi nasnavê "Zeynel" yê qaşo berpirsiyarê herêma Behra Reş ya PKKyê ye bûn ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê" lêpirsîn da destpêkirin.
Rojek berê li Kurtuna navçeya Gumuşxaneyê li Zozanê Saritaşê ya li gundê Uçtaşa navçeyê di navbera endamên PKKyê û cendirmeyan da pevçûn derketibû û 2 terorîst hatibûn berterefkirin.
Li gor encamên lêkolînê eşkere bû yek ji terorîstên hatin berterefkirin Mehmet Yakişir e par meha Tebaxê li Maçkaya navçeya Trabzonê di nav terorîstên di pevçûnê da Eren Bulbulê 15 salî şehîd kirin da cî digire. Mehmet Yakişirê bi nasnavê "Zeynel" dihat zanîn qaşo berpirsiyarê herêma Behra Reş ya PKKyê bû.