Önder Beyter
17 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji bo 5 parêzgehan tê texmînkirin ku taviya bibirqetav dê were.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa dê nîvsayî û pir ewrayî be û herwiha ji danê nîvro şûnda li milê başûrê Erziromê, Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê taviya bêhno bêhno û taviya bibirqetav dê were.
Li herêmê herwisa germahî dê di asta demsalê da be, ba jî wê ji bakur û rojavayê bakur nerm, car caran jî hinekî bihêz rabe.
Li herêmê germahiya bi şev li Qers û Erdexanê 10, li Erziromê 13, li Agiriyê 15, li Erzinganê 16, li Tunceliyê 17 û li Îdirê jî 18 pile hat pîvan.
Herwiha tê texmînkirin ku germahiya herî zêde ya nava rojê jî dê li Tunceliyê 33, li Erzinganê 31, li Îdirê 29, li Agiriyê 27, li Erziromê 24, li Qersê 23 û li Erdexanê jî 22 pile be.