Jiyan

Li Rojhilatê Anadoluyê baran

Li herêmê li 7 bajaran wê barana gur bibare

Türkan Tosun  | 21.05.2018 - Rojanekırın : 22.05.2018
Li Rojhilatê Anadoluyê baran

Erzurum

ERZURUM 

Li 7 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê wê barana gur bibare.

Ji ber barana gur li Agiriyê di nav 24 saetan de serê mêtrokareyê 20 kîlogram baran barî.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li Erzirom, Erzingan, Qers, Tuncelî, Erdexan, Agirî û Îdirê barana gur wê bibare.

Germahiya herêmê wê li gor demsalê be.

Germahiya herî kêm a bi şev li Îdirê 15, li Tûnceliyê 14, li Erzingan û Agiriyê 10, li Erdexan û Qersê 9, li Erzirom jî 6 pile hat pîvan.

Tê texmînkirin bi roj germahiya hewayê wê li Tûnceliyê 26, li Îdirê 25, li Erzinganê 23, li Agiriyê 19, li Erdexan, Erzirom û Qersê jî 17 pile be.

Li herêmê di nav 24 saetan de li Agiriyê serê mêtrokareyî 20.8 kîlogram, li Erzinganê 13 kîlogram, li Erziromê 12 kîlogram, li Erdexanê 6 kîlogram, li Qersê jî 2 kîlogram baran barî.

Di daxuyaniyê de hat gotin ji ber ku li Erzirom, Qers û Erdexanê car caran baranê gur bibe, divê ji bo lehî û birûskê welatî baldar û hişyar bin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.